Şandina berfireh a çek û sîlehan ji Tirkiyê bo terorîstan li Idlibê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304692-Şandina_berfireh_a_çek_û_sîlehan_ji_tirkiyê_bo_terorîstan_li_idlibê
Tirkiyê hevgavê giranbûna pevçûnan li parêzgeha Idlibê û Hemahê navbera terorîstan bi artêşa Sûriyê re, çend barên mezin ên çek û sîlehan bo terorîstên bereya El-Nusreyê şandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 26, 2019 13:55 Asia/Tehran
  •  Şandina berfireh a çek û sîlehan ji Tirkiyê bo terorîstan li Idlibê

Tirkiyê hevgavê giranbûna pevçûnan li parêzgeha Idlibê û Hemahê navbera terorîstan bi artêşa Sûriyê re, çend barên mezin ên çek û sîlehan bo terorîstên bereya El-Nusreyê şandin.

 Li gorî rapora Fars News`ê,  hevgavê gurrbûna pevçûnan li parêzgeha Idlibê navbera terorîstan bi artêşa Sûriyê re ,hin çavkanî li nav neyaran li bara  derbaskirina  çekên nû yên Tirkiyê bo vê parêzgehê agahî dan.

 Ev çekên nû bi armanca xurtkirina terorîstan li hember artêşa Sûriyê gihêştiye destê hin komên  ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ji wan bereya El-Nusreyê.

Artêşa Sûriyê ji sê heftiyan berî niha ve û piştî binpêkirina  bi caran a hevhatina `` navça Kêm Kêşe`` li parêzgeha Idlibê û bakurê Hemahê, operasyona hewayî û bejahiyê li dijî terorîstan li bakurê parêzgeha  Hemahê û başûrê parêzgeha Idlibê destpê kiriye ku operasyona  herî mezin a  artêşa Sûriyê ji havîna par va tê hesabê

  Malpera Middle East Online û ji zarê du kes ji kesayetiyên neyar ên Sûriyê nivîsiye ku Tirkiye li rojên buhurî û piştî işkesta li gotûbêjên bi  Rûsiyê re bona kêmkirina  pevçûnan  li Idlibê, çekên zêdetir bo komên çekdar li vê parêzgehê şandine. Tirkiye dilgiran e ku bi zêdebûna pevçûnan pêla nû ya derbasbûna awareyên sûrî bo vî welatî destpê bibe.

 Yek ji neyaran gotiye ku  karwanê eskerî yê Tirkiyê gihêştiye  meqereke li bakurê Hemahê li nêzîkî navça Cebel Zawiyê ku di  kontrola neyaran de ye.  Navça ku li heftiyên derbasbûyî armanca bombebarana  balefirên cengê yên  rûsî û sûrî bû.

 Fermandeyekî neyaran jî gotiye ku  Tirkiyê bi dehan trimbêlên zirihî û avêtina  mûşekên  Grad û mûşekên li dijî tankê û mûşekên Tad daye wan ku ev çek û sîleh roleke zêde li kontrola dubare ya  bajarokê Kefernebûdê û paşdevekişyana artêşa Sûriyê hebûye.

 Tirkiyê hevgavê şandina  gelek çek û sîlehan, lê xebitiye ku komên terorîstî dev ji pirsgirêkên xwe berdin û li dijî artêşa Sûriyê bibin yek. Li vê çarçoveyê terorîstên  koma artêşa neteweyî ku ji aliyê Tirkiyê ve piştgirî dibin û li nêzîkî sînorên  bakurê rojava  Sûriyê bi Tirkiyê re  bi cih bûne ber bi başûrê Idlibê û bakurê Hemahê hatine şandin da ku di bereya pêşiyê ya pevçûnan de bi cih bibin.

 Di eynî demê de çavkaniyeke  nêzîkî artêşa Sûriyê ji Reuters`ê re gotiye ku artêşê li 24 sietên buhurî, gelek  çek û sîleh bona vekirina  bereyeke nû li Idlibê şandine. Artşa Sûriyê duh raghand ku êrişên xwe li dijî terorstan li bakurê rojava welêt zêde dike.

Pevçûnên  navbera artêşa Sûriyê û komên terorîstî bi  serkirdetiya  bereya El-Nusre li başûrê parêzgeha  Idlibê û bakurê parêzgeha  Hemahê li dawiya  heftiya buhurî herî gurr bû û terorîst bi çekên ku ji Tirkiyê gihêştibûn est wan, êrişên xwe girantir kirin û karîn ku  kontrola bajarê Kefernebûdê cardinê bigrin destê xwe.

 Parzêgeha Idlibê û beşek ji bakurê parêzgeha  Hemahê dawîn navça di bin kontrola terorîstên sûrî ye û ev pevçûn li halkeê cih tên ku  li gor hevhtina welatên Tirkiyê,Rûsiyê û Îranê parêzgeha  Idlibê û bakurê Hemahê bin hevhatina navça kêmkêşe tên pênasekirin. Li gorî vê hevhatinê Tirkiyê 12 navendên çavdêriyê û Îran û Rûsiye sercem 8 navendên  çavdêriyê li Idlibê ava kirin. Tirkiyê navendên  çavdêriya xwe zêde kirine û kirine  20 navend.