Derxistina zêde ji 20 hezar penaberên efxan ji Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304684-derxistina_zêde_ji_20_hezar_penaberên_efxan_ji_tirkiyê
Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê li bara derxistina bêtirî 20 hezar penaberên efxan ji destpêka sala 2019`an agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 26, 2019 12:19 Asia/Tehran
  • Derxistina zêde ji 20 hezar penaberên efxan ji Tirkiyê

Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê li bara derxistina bêtirî 20 hezar penaberên efxan ji destpêka sala 2019`an agahî da.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Anadolu News`ê, Sulêyman Soylû raghand ku ji destpêka sala 2019`an heya niha 41 hezar û 192 penaberên efxan ji riya neqanûnî derbasî Tirkiyê bûne ku ji vê ehjmarê 20 hezar û 558 kes hatine  zivirandin bo welatê xwe.

 Dewleta Tirkiyê dibêje efxan piştî sûriyan duwem komên penaberan in ku derbasî Tirkiyê  dibin.

 Ji  nêzîkî 4 dehekan berî niha ve bi dagirbûna  Efxanistanê ji aliyê hêzên  Sovyeta berê û her wiha dagirkirina eskerên  emerîkî ji sala 2001`an, bi milyonan kes ji xelkê Efxanistanê koçberî welatên curbicur bûne.