23 gundên Çewlîkê li Tirkiyê wek herêmên ewlehiyê hatin ragehandin
May 26, 2019 07:25 Asia/Tehran
23 gundên Çewlikê ya herêmên kurdî li Tirkiyê wekî herêmêm ewlekariyê heta dawiya sala 2019an hatin ragihandin
LI gor daxuyaniya walîtiya Çewlikê ya Tirkiyê 23 gundên wê wekî herêmêm ewlekariyê heta dawiya sala 2019an hatin ragihandin.
Walîtiya Çewlikê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, li gor Fermana Serokomariya Tirkiyê derdora 23 gundên Çewlikê wekî herêmên ewlekariyê yên demkî hatine ragihandin.
Walîtiya Çewlikê amaje bi vê yekê kir ku ev biryar ji bo operasyonên li dijî hêzên PKKê hatiye girtin û serdana 23 herêmên ewle heta dawiya sala 2019an qedexe ye.
Hikûmeta Tirkiyê heta niha bi henceta şerê li dijî PKKê bi caran gund û bajarên kurdan wek deverên ewlekariyê ragihandiye û hetûçûn li wir qedexe kiriye.