Ehmed Turk: Destûra bingehîn a Tirkiyê divê bê guherandin
Serokê Şaredariya Mêrdinê û Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk dibêje: Pêwist e Destûra Bingehîn a Tirkiyê, liser xîmê demokratik were guhertin.
Serokê Şaredariya Mêrdinê û Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk di hevpeyvîna digel Navenda Ragihandinê ya WDR a Almanê de meseleya hevdîtinên ligel Ocalan şîrove kir û got: Pêvajoya Aştîyê dîyar nîne, ligel CHP`ê jî, em ne hevpeyman in û ya durist ew e ku Destûr were guhertin.
Ehmed Turk got: Destûra Bingehîn a Tirkiyê liser nijada Tirk hatiye nivîsîn û hemû gel û rengên din, înkar dike.
Turk diyar kir: Hevditina ligel Ocalan, gavek baş e, lê pêwist e rêyek çareserîya bingehîn ji bo pirsa Kurdan were peydakirin.
Serokê Şaredariya Mêrdinê Ehmed Turk di dawîyê de dibêje: Ew rêya jî, rawestandina şêrr û destpêkirina diyalogê ye û bi vî şêwazî Tirkiye, dê dîsa bigihêje aramiya dema pêvajoya aştîyê.