Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê: Bi tu awayî pêvajoya gotûbêjeke nû tune
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304646-wezîrê_dadweriyê_yê_tirkiyê_bi_tu_awayî_pêvajoya_gotûbêjeke_nû_tune
Ebdulhemîd Gul, Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê di axaftinekê da careke din tevî amajeya bi rakirina sînordariyên hevdîtina bi Ebdullah Ocalan, Rêberê zindanî yê PKKê, got: Bi tu awayî em nikarin nirxandinên di vî warî da ku pêvajoya gotûbêjên aştiyê yên nû li halê pêkhatinê ye, qebûl bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 25, 2019 06:51 Asia/Tehran
  • Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê: Bi tu awayî pêvajoya gotûbêjeke nû tune

Ebdulhemîd Gul, Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê di axaftinekê da careke din tevî amajeya bi rakirina sînordariyên hevdîtina bi Ebdullah Ocalan, Rêberê zindanî yê PKKê, got: Bi tu awayî em nikarin nirxandinên di vî warî da ku pêvajoya gotûbêjên aştiyê yên nû li halê pêkhatinê ye, qebûl bikin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Bîrgunê, Ebdulhemîd Gul, Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê di axaftinekê da careke din tevî amajeya bi rakirina sînordariyên hevdîtina bi Ebdullah Ocalan, Rêberê zindanî yê PKKê, got: Bi tu awayî em nikarin nirxandinên di vî warî da ku pêvajoya gotûbêjên aştiyê yên nû li halê pêkhatinê ye, qebûl bikin. Van hevdîtinan her wiha tu têkilliyek digel hilbijartina Şaredariya Stenbûlê tuneye. Eger ez şaş nebim wî di meha Çileyê da jî digel malbata xwe hevdîtin pêk aniye.

Wî di dewama gotinên xwe da wek bersiva vê pirsê ku gelo ev hevdîtin bi awayê berdewam û dewreyî dê pêkl bên an na? got: Di rojên bihurî da hevdîtinek pêk hatiye. Di vî warî da rayedarên têkildar helbet li gorî rewşa zindanê, pêvajoya hiqûqî, mijarên hilêxistî hilkolînin û her tiştê ku lazim be, dê di vî warî da biryar were dayînê.