HDP: Nûçeyên li ser gireva birçîbûnê belav dibin, tenê îdia ne
May 24, 2019 15:10 Asia/Tehran
Parlementerekî HDP`ê radigihîne: Nûçeyên di derbarê girevên birçîbûnê de belav dibin, tenê îdia û bêbingeh in.
Parlementerê HDP`ê û herwiha biraziyê Rêberê PKK`ê, Omer Ocalan dibêje: Abdullah Ocalan digel parêzerên xwe hevdîtin kiriye lê jibo bidawîkirina girevên birçîbûnê çi bangeke Ocalan negihiştiye destê wan.
Wî herwiha got: Di rojeva HDP`ê de ji bo bidawîkirina girevên birçîbûnê gengeşeyek bi vî rengî niye. Nûçeyên ku di derbarê bidawîkirina girevên birçîbûnê de belav dibin bêbingeh û ji rastiyê dûr in.