Sedema gefên Amerîkayê yên li dij Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304636-sedema_gefên_amerîkayê_yên_li_dij_tirkiyê
Pêywendiyên Tirkye û Amerîkayê ber bi têkçûnê ve diçin. Li gorî nivîskar û akademsyenan eger Tirkiye dev ji kirîna S-400`ê bernede, wê Emerîka boykotan bisepîne û ji xwe rewşa xirab a siyasî, aborî û civakî ya Tirkiyê dê xiraptir û aloztir bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 24, 2019 14:04 Asia/Tehran
  • Sedema gefên Amerîkayê yên li dij Tirkiyê

Pêywendiyên Tirkye û Amerîkayê ber bi têkçûnê ve diçin. Li gorî nivîskar û akademsyenan eger Tirkiye dev ji kirîna S-400`ê bernede, wê Emerîka boykotan bisepîne û ji xwe rewşa xirab a siyasî, aborî û civakî ya Tirkiyê dê xiraptir û aloztir bibe.

Li gorî nêrîna akademisyen û nivîskar Erdogan Aydin xewnên Osmanî bûne sedem ku girêk peyda bibin digel alozbûna pêywendiyên Tirkiyê yên bi Emerîka, NATO û welatên Yekîtiya Ewropayê re.

Wî herwiha got: "Kêşeya di nava Tirkiye û Amerîkayê de ji asta çareseriyê derbas bûye. Ew meseleya sîstema berevanîya mûşekî ya S-400`ê ji bo Emerîka û NATO`yê, guherîna refê Tirkiyê tê xwendin. Di heman demê de hem li dijî Emerîka û hem jî li dijî Îsaralê wek berfirehkirina warên pêngavrakirinê tê dîtin. Ev xwesteka Tirkiyê ya derbarê standina S-400an ne tiştekî wisa ye ku Emerîka, NATO û Îsraîl çavê xwe ser da girêdin. Tirkiye jî nikare gava xwe bi paş de biavêje. Lê di vê rewşa niha de teqez ew rê nîn e ku Emerîka Tirkiyê wek hêzekê qebûl bike di Rojhilata Navînê de."

Li gorî nivîskara rojnameya Cumhuriyetê Şukran Soner jî Emerîka gefên giran li Tirkiyê dixwe. Lê divê li ser sedemên gefên boykotan jî baş bê fikirîn. Ew dibêje; dema hûn rabin ji dijminê Amerîkayê çekan bistînin pêwîst e hûn hisabê van gefan jî bikin.

Ligorî nêrîna Erdogan Aydin û Şukran Sonerê di hurgiliyên sedemên boykotan de, eşkere tê dîtin ku Emerîka ji ser ya xwe venagere. Eger Tirkiye kirîna S-400`ê betal neke, Emerîka dê boykotan bide destpêkirin, ev yek jê re wek xeta sor e.