Akar: Me daxwaza Amerîka ya derbarê S-400 de qebûl nekir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304622-akar_me_daxwaza_amerîka_ya_derbarê_s_400_de_qebûl_nekir
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, wan molet û daxwaza Amerîka ya bo paşxistina rêkeftina S-400 qebûl nekirine û ji ber vê xwe ji bo dorpêçiyên Amerîkayê amade dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 24, 2019 10:09 Asia/Tehran
  • Akar: Me daxwaza Amerîka ya derbarê S-400 de qebûl nekir

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, wan molet û daxwaza Amerîka ya bo paşxistina rêkeftina S-400 qebûl nekirine û ji ber vê xwe ji bo dorpêçiyên Amerîkayê amade dikin.

Li gor Îtartasê, Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar bi nûnerên Enqere yên medya Tirkiyê re civiya. û  ji wan re da zanîn, ew ti pêwendiyê di navbera rêkeftina S-400 û nedana firokeyên F-35 de nabînin û di rêkeftinê de jî xaleke weha nîne.

Akar got, heta niha 4 firokeyên F-35 radestî wan hatine kirin û 47 leşker û pîlot jî li Amerîka li ser wan perwerde dibin û meha Mijdara bê dê yekemîn firoke bigihe Tirkiyê.

Akar da xuyakirin, Amerîka ji Tirkiyê xwestiye ku kirîna S-400 paş bixe, lê ew jî dibêjin rêkeftin temam bûye û îmze hatine avêtin, veger nîne û bi Rûsyayê re jî pêwendiyên wan baş in.

Akar got, Tirkiye di vê çarçoveyê de bo dorpêçên Amerîka jî amadekariyên xwe kirine.

Li gor nûçeya çapemeniya Amerîkayê, vî welatî heta heftiya yekem a meha Xizîranê anku du hefte moleta hilweşandina peymana kirîna sîstema mûşekî ya S – 400 daye Tirkiyê, ne ku wê cizayên taybet li dijî Tirkiyê bikar bîne û Balefirên F-35 dê nedin Tirkiyê.