Maçoglu: Navê bajarê me Dêrsim e ne Tuncelî ye
Serokê Şaredariya Dêrsimê yê herêmên kurdî li Tirkiyê Fatih Mehemed Maçoglu ku ji Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ye, navê tirkî yê wî bajarî rakir û navê kurdî lê danî.
Serokê Şaredariya Dêrsimê yê herêmên kurdî li Tirkiyê Fatih Mehemed Maçoglu, Navê tirkî Tuncelî rakir, ê kurdî Dêrsim, bi avahiyê ve daliqand. Navê Dêrsîmê piştî Komkujiya Dêrsîmê di sala 1937-1838an da hatibû guherîn û Tirkiyê navê Dêrsîmê kiribû Tuncelî
Beramber bertekan Maçoglu got: “Navê rastî yê bajarê me Dêrsim e. Tuncelî nave înkarê ye, jiber vê rastiye me tabelaya Tuncelî rakir û Dêrsim bicîh kir.”
Serokê Partiya Nijadperest MHP Dewlet Bahçelî, gef xwar û got: “Me bajarek bi nave Dêrsimê nîne, ev kiryar xizmeta perçekirina Tirkiyê dike,.Bila kes pişta xwe bi serkeftina dengan, rast neke.”
Gelek rojnamger û siyasetmedarên Tirkiyê dijî wê biryara Maçoglu derketin û ji ser medya civakî bertek nîşanî wî dan