HDP bo pêvajoyê çareseriyê stratejiyeke nû amade dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304601-hdp_bo_pêvajoyê_çareseriyê_stratejiyeke_nû_amade_dike
Partiya Demokrat a Gelan (HDP) kar ji bo destpêkirina stratejiyeke nû ji bo çareserkirina pirsa Kurdan li Tirkiyê dike û ji bo vê mebestê jî, hewl dide, heta rêkeftin û hevpeymaniyeke nû bêyî AKP`ê pêk bîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2019 13:39 Asia/Tehran
  • HDP bo pêvajoyê çareseriyê stratejiyeke nû amade dike

Partiya Demokrat a Gelan (HDP) kar ji bo destpêkirina stratejiyeke nû ji bo çareserkirina pirsa Kurdan li Tirkiyê dike û ji bo vê mebestê jî, hewl dide, heta rêkeftin û hevpeymaniyeke nû bêyî AKP`ê pêk bîne.

Ev gava HDP`ê di demekê de ye, ku AKP`ê helwesta xwe hinekî nerm kiriye û tecrîda ser Abdullah Ocalan rakiriye û di dema 10 rojan de, 2 caran derfet daye parêzerên Ocalan ku serdana wî li girtîgeha Îmraliyê bikin.

Hevserokê HDP`ê, Sezayî Temellî di derbarê hewlên ji bo qonaxeke din a pêvajoya çareseriyê de dibêje: “Em dest bi qonaxeke nû ya çareseriyê dikin, lê ne ligel AKP`ê. Ligel komelgehekê destpê dikin ku bi kirdar baweriya wê bi aştiyê hebe. Ji bo vê mebestê jî em zemînesaziyê dikin û dest bi proseyê dikin.”

Temellî derbarê biryara bidawîanîna tecrîda ser Ocalan da, got: “Biryareke gelekî dereng e, parêzaran heşt salan li deriyê desthilatê dan, ji bo ku hevdîtinek pêk were. Sepandina heşt sal tecrîdê binpêkirina giran û li dijî yasayê ye.”

Hervserokê HDP`ê herwiha dibêje, ku 5 hezar endamên HDP`ê ji wan Demirtaş di zindanan de ne ku ne bi yasayê, bi biryara siyasî, hatine girtin"

Derbarê hilbijartinên Istanbolê de jî, Temellî got: “Em weke HDP, li gorî serederî û reftara aliyên li beramberê xwe siyasetê nakin. Stratejiya me, ji bo hilbijartinên Istanbolê zelal e, ku em piştgiriya Ekrem Îmamoglu dikin”