Rûsya: Rêkeftina S-400an di qonaxa cîbicîhbûnê de ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304582-rûsya_rêkeftina_s_400an_di_qonaxa_cîbicîhbûnê_de_ye
Berdevkê Kremlînê ragehand, rêkeftina S-400 ya bi Tirkiyê re temam bûye û ew hewlên Amerîka hember Tirkiyê rast nabînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2019 06:42 Asia/Tehran
  • Rûsya: Rêkeftina S-400an di qonaxa cîbicîhbûnê de ye

Berdevkê Kremlînê ragehand, rêkeftina S-400 ya bi Tirkiyê re temam bûye û ew hewlên Amerîka hember Tirkiyê rast nabînin.

Berdevkê Krêmlînê Dmitriy Peskov roja çarşemê ji medyaya welatê xwe ra derbarê moleta Amerîka ya ji bo Tirkiyê ku dest ji rêkeftina S-400 vekişe de got: Rûsya, bi ti awayê gef û ultimatonan qebûl nake.

Peskov ragehand, heta niha gelek caran Serokkomarê Tirkiyê daye xuyakirin, rêkeftin hatiye kirin, veger jê nîne û ew jî, wan gotinan esas digrin û rêkeftin ketiye qonaxa cîbicîkirinê.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê jî dabû xuyakirin, ji bo perwerdeya ser sîstemên S-400 hejmarek kesan dişînin Rûsyayê.

Ji aliyê xwe ve Amerîka rexneyên tund liser kirîna S-400an li Tirkiye dike û dibêje ku sistema S-400 li dijî sistemên NATO ye û eger Tirkiye S-400an bicîh bike, dê bi dorpêçan re rûbirû bimîne.

Peskov di vê çarçovê de herwia got : “Em çavtirsandina Tirkîyê ya derheqa nekirîna sîstema mûşekan ya S-400ên Rûyayê û ferzkirina kirîna sîstema Patriotê ya Amerîkî li şûna wê şermezar dikin. Ew helwesteke neyênî ye û em bi ti awayî wê yekê qebûl nakin.”

Herwiha Peskov daye zanîn ku wan gelek caran bi berpirsên Tirkiyê re ji bîragiştî re ragihandibû ku prosesa kirîna S-400 temam bûye û ewê di demeke nêzîk de wan mûşekan radestî Tirkîyê bikin.

Duh çarşemê Amerîkayê ragihandibû ku Washingtonê du hefte dem daye Enqerê ku ji peymana bi Rûsyayê dev berde û ligel Amerîka peymana kirîna çekan îmza bike.

Kanala CNBC ji zarê berpirsên Amerîkayê ra ragihandibû ku ger Enqere rêketina ligel Rûsyayê betal neke, cezayên pir dijwar li benda Tirkîyê ne.

Washington dibêje ku sîstema S-400 bi sîstemên din yên NATOyê ra bi rekûpêkî kar nake, loma divê hevkar û hevalbendên wê yên seranser cîhanê sîstema S-400 nekirin.