Tirkîye: Em jibo sekinîna himberî boykotên ihtimalî yên Amerîkayê amade ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304571-tirkîye_em_jibo_sekinîna_himberî_boykotên_ihtimalî_yên_amerîkayê_amade_ne
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê ragihand ku welatê wî jibo sekinîna himberî boykotên ihtimalî yên Amerîkayê yên têkildarî kirîna mertala mnûşekî ya S-400 a Ûrsêtê tam amade ye. Berdevkê Kremlînê jî ragihand ku ew peymana S-400 bi Tirkiyê re hatiye temamkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2019 15:11 Asia/Tehran
  • Tirkîye: Em jibo sekinîna himberî boykotên ihtimalî yên Amerîkayê amade ne

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê ragihand ku welatê wî jibo sekinîna himberî boykotên ihtimalî yên Amerîkayê yên têkildarî kirîna mertala mnûşekî ya S-400 a Ûrsêtê tam amade ye. Berdevkê Kremlînê jî ragihand ku ew peymana S-400 bi Tirkiyê re hatiye temamkirin.

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Xulûsî Akar piştgirî da helwesta welatê xwe têkildarî kirîna mertala mûşekî ya S-400 ji Ûrsêtê û pêgirî kir ku Enqere xwe ji niha ve jibo sekinîna himberî boykotên ihtimalî yên Amerîkayê amade dike.

Akar îro herwiha aşkira kir ku komeke leşkerî ya vî welatî jibo perwerdebûna di warê birêxistin û karkirina bi mertala mûşekî ya S-400`ê îro gihîşt Moskowê.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî piştî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê ku ragihand: peywendiyên wan ligel Rûsyayê baş in û karmendên wan li ser Sistema S-400`ê perwerde dibin” dîyar kir ku ew peymana S-400 bi Tirkiyê re hatiye temamkirin.

Eva di halekî da ye ku Kanala Nûçan a CNBC ya Amerîkayê ji zarê rayedarên vî welatî ragihand ku rayedarên Amerîkayê hişyarî dan Tirkîyê ku heke heta 2 hefteyên din peymana kirîna sîstema mûşekî ya S-400 a Ûrsêtê ibtal neke, yê bikeve ber boykotên ciddî yên Waşîngtonê.

Dewleta Amerîkayê dibêje ku Enqere divê heta dawîya hefteya yekem a meha Hezîranê peymana kirîna sîstema berevanîya mûşekî ya S-400`ê ji Ûrêstê ibtal neke û kirrîna sîstema berevanîyê ya Patirot a Amerîkayê destpê neke, Waşîngton dê Enqerê ji proja çêkirina balafirên cengê yên F-35`ê wêde bide û boykotan ser da bisepîne û herwiha pêrgî dûhatên nerênî yên Hevalbendîya NATO`yê bibe.