Hikûmeta Tirkiyê kampa herî mezin a penaberên a Kurdên sûrî vala dike
Valakirina kampa Surucê ya penaberên Kurdên sûrî destpê bûye û heya 23`yê Hezîranê dê tevahiya kampê bê valakirin.
Hikûmeta Tirkiyê biryar da ku hejmareke kampên penaberên Kurd û Ereb ên sûrî yên li bajarên Dîlok û Rihayê vala bike û di vê çarçoveyê de jî ji kampa Surucê ya penaberên Kurd heya niha 3 hezar kes hatine derxistin û biryar e 7 hezar kesên din jî heya 23`yê Hezîranê jê bêne derxistin.
Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, wê hikûmet di astekî kêm de alîkariya wan penaberan bike ku li bajarên cuda bicîh bibin.
Ji Kampa Surucê piştî ku valakirinê dest pê kir hejmareke penaberên bajarê Kobanî ku di sala 2014`an de ji ber êrîşa DAIŞ`ê reviyabûn, vegeriyane deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê.
Kampa Surucê li Tirkiyê kampa herî mezin a penaberan e.