Hikûmeta Tirkiyê kampa herî mezin a penaberên a Kurdên sûrî vala dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304570-hikûmeta_tirkiyê_kampa_herî_mezin_a_penaberên_a_kurdên_sûrî_vala_dike
Valakirina kampa Surucê ya penaberên Kurdên sûrî destpê bûye û heya 23`yê Hezîranê dê tevahiya kampê bê valakirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2019 14:57 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Tirkiyê kampa herî mezin a penaberên a Kurdên sûrî vala dike

Valakirina kampa Surucê ya penaberên Kurdên sûrî destpê bûye û heya 23`yê Hezîranê dê tevahiya kampê bê valakirin.

Hikûmeta Tirkiyê biryar da ku hejmareke kampên penaberên Kurd û Ereb ên sûrî  yên li bajarên Dîlok û Rihayê vala bike û di vê çarçoveyê de jî ji kampa Surucê ya penaberên Kurd heya niha 3 hezar kes hatine derxistin û biryar e 7 hezar kesên din jî heya 23`yê Hezîranê jê bêne derxistin.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, wê hikûmet di astekî kêm de alîkariya wan penaberan bike ku li bajarên cuda bicîh bibin.

Ji Kampa Surucê piştî ku valakirinê dest pê kir hejmareke penaberên bajarê Kobanî ku di sala 2014`an de ji ber êrîşa DAIŞ`ê reviyabûn, vegeriyane deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê.

Kampa Surucê li Tirkiyê kampa herî mezin a penaberan e.