HDP: Pêvajoyeke çareserîyê dê bêyî AKP`ê destpê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304569-hdp_pêvajoyeke_çareserîyê_dê_bêyî_akp_ê_destpê_bike
Hevserokê HDP`ê dibêje, li Tirkiyê pêvajoyeke çareserîyê dê destpê bike, lê ev bi AKP`ê nabe û da zanîn piştevaniya wan bo Ekrem Îmamoglu berdewam dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2019 14:29 Asia/Tehran
  • HDP: Pêvajoyeke çareserîyê dê bêyî AKP`ê destpê bike

Hevserokê HDP`ê dibêje, li Tirkiyê pêvajoyeke çareserîyê dê destpê bike, lê ev bi AKP`ê nabe û da zanîn piştevaniya wan bo Ekrem Îmamoglu berdewam dike.

Hevserokê HDP`ê Sezaî Temelî da xûyakirin, divê rayedarên AKP`ê hevdîtina Ocalan bi parêzerên xwe re bi armanca siyaseta partiya xwe bikar neyînin.

Temelî da zanîn, dibe ku pêvajoyeke nû ya çareserîyê destpê bike, lê ev êdî bi AKP`ê re nabe. Civak bi rastî pêvajoyeke nû ya aştiyê dixwaze û ew jî bi firehkirina bingeha demokrasiyê dê destpê bike.

Temelî da xûyakirin, HDP hilbijartinên Istenbolê wek referanduma demokrasiyê dibîne û piştevaniya wê bo Ekrem Îmamoglu di çarçoveya hevpeymaniyeke demokrasiyê de ye û nehatiye guhertin.