Rojnama Cumhuriyetê: Tirkîyê kirîna nifta Îranê sekinand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304558-rojnama_cumhuriyetê_tirkîyê_kirîna_nifta_Îranê_sekinand
Rojnameyeke çapa Tirkîyê ji zarê Navenda Çavdêrîya ser Tanker û Gemîyên Niftkêş (Refinitiv) ragihand ku ji 6`ê Gulanê ve ku Amerîkayê muafbûna hin welatan ji wan Tirkîyê derheq kirîna nifta Îranê ibtal kirîye va, tu niftkêşeka hilgira nifta Îranê derbasî benderên Tirkîyê nebûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2019 11:42 Asia/Tehran
  • Rojnama Cumhuriyetê: Tirkîyê kirîna nifta Îranê sekinand

Rojnameyeke çapa Tirkîyê ji zarê Navenda Çavdêrîya ser Tanker û Gemîyên Niftkêş (Refinitiv) ragihand ku ji 6`ê Gulanê ve ku Amerîkayê muafbûna hin welatan ji wan Tirkîyê derheq kirîna nifta Îranê ibtal kirîye va, tu niftkêşeka hilgira nifta Îranê derbasî benderên Tirkîyê nebûye.

Rojnama Cumhuriyetê ji zarê Navenda Çavdêrîya ser Tanker û Gemîyên Niftkêş (Refinitiv) ragihand ku ji 6`ê Gulanê ve ku Amerîkayê muafbûna hin welatan ji wan Tirkîyê derheq kirîna nifta Îranê ibtal kirîye va, tu niftkêşeka hilgira nifta Îranê derbasî benderên Tirkîyê nebûye û Tirkîyê di vê heyamê de dewa Îranê nifta xwe ji welatên wekî Iraq, Rûsîye û Qazaqistanê dabîn kirîye.

Ajansa Nûçan a Reutersê di vî warî de ragihand: Kompanîya Topraşê ku hema bêje hemî nifta ku Tirkîye dikire bi kar tîne, bi awayekî fermî ji Waşîngtonê xwestîye ku muafbûna Enqerê ji boykotên Waşîngton êyên dijî Têhranê dirêj bike lê, bi dû neyarîya Waşîntonê himberî wê daxwaza Enqerê, Tirkîyê jî dest berçavgirtina tam a boykotên dijî Îranê kirîye.

Ligorî agahîyan, Tirkîyê kirîna nifta Îranê ji meha Adarê ve bi awayekî ciddî kêm kirîye û di meha Gulanê de jî hema bêje tam sekinandîye.