Parêzerên Ocalan xwestin ku seredana wî bikin
Yekem daxwaza parêzerên Ebdullah Ocalan jibo hevdîtina digel wî piştî axavtinên Wezîrê Dadwerîyê yê Tirkîyê têkildarî rakirina tecrîda ser Ocalan raberî Dozgerîya Komarê ya vî welatî li parêzgeha Bûrsayê hat kirinê.
Ligorî rapora Rojnama Evrenselê, bi dû hin kar û gotinên rayedarên hikûmeta Tirkîyê têkildarî rakirina berbendên qanûnî yên ser rêya hevdîtina parêzerên Ocalan digel wî, her çar parêzerên Ocalan, Rezan Sarica, Ibrahîm Bîlmez, Razîye Turgut û Serbay Koklu jibo hevdîtina digel wî daxwaza fermî raberî Dozgerîya Komarê ya Tirkîyê li parêzgeha Bûrsayê kirin.
Şayanî gotinê ye ku piştî 8 salan di 2`yê Gulana îsal de Newroz Oysal û Rezan Sarica du parêzerên Ocalan li girtîgeha Îmralîyê bi wî re hevdîtin pêk anîn û bi dû wê Wezîrê Dadwerîyê yê Tirkîyê Ebdulhemîd Gul di axavtinekê da basa kutabûna tecrîda ser Ocalan û ibtalbûna bisînorkirina qanûnî ya hevdîtina wî digel parêzeran kir.