Hejmareke kedkarên Wezareta karên derve ya Tirkiyê hatine girtinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304513-hejmareke_kedkarên_wezareta_karên_derve_ya_tirkiyê_hatine_girtinê
Medyayên Tirkiyê qala dayîna biryara girtina bi sedan kes ji kedkarên Wezareta karên derve ya vî welatî bi tawana têkilliya digel Fethullah Gulen dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2019 07:39 Asia/Tehran
  • Hejmareke kedkarên Wezareta karên derve ya Tirkiyê hatine girtinê

Medyayên Tirkiyê qala dayîna biryara girtina bi sedan kes ji kedkarên Wezareta karên derve ya vî welatî bi tawana têkilliya digel Fethullah Gulen dikin.

Li gorî malpera rojnameya Miliyetê ya Tirkiyê, Rayedarên vî welatî îro biryara girtina 249 kes ji kedkarên Wezareta karên derve ya Tirkiyê bi tawana piştevaniya ji Fethullah Gulen dan.

Li gorî nûçeyên herî dawiyê, operasiyoneke berfireh jibo girtina van kesan di 42 parêzgehên Tirkiyê de dest pê bûye û polîs heta niha 78 kes ji wan girtine.

Enqere îdia dike ku Fethullah Gulen sebebkarê darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha 2016an li Tirkiyê ye; Lê Gulen van tawanan napejirîne.