Artêşa Tirkîyê dîsan hêz şandin sînorê Sûrîyê
Artêşa Tirkîyê dîsan hêz û alavên leşkerî şandin sînorê vî welatî û Sûrîyê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Artêşa Tirkîyê leşker û alavên leşkerî û hêzên taybetşandin sînorê vî welatî û Sûrîyê. Hêzên Taybet ên nû ku ber bi sînorê Tirkîye û Sûrîyê va hatine şandinê, ji leşkergehên seranserî Tirkîyê ber bi devera Kirikhanê li parêzgeha Hatayê li başûra Tirkîyê va hatin şandinê.
Ji hêla din ve, hêzên Tirkîyê şarê Til Rifetê li bakura Sûrîyê kirin armanca êrişên giran.
Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê duh di daxûyanîyekê da ragihand ku hêzên vî welatî li devera opêrasyona Mertala Firatê himberî êrişa YPG bersiv dan.
Tirkîya ku ji destpêka qeyrana Sûrîyê va di sala 2011`ê bi aşkirayî pişta komên têrorîst li Sûrîyê girtîye, YPG ku roleke berbiçav di şerê dijî DAIŞ`ê hebûye, têrorîst bi nav dike û idia dike ku wek berteka himberî êrişên hêzên hanê bi giranî êrişî Til Rifetê kirîye.
Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê jî ragihand ku di encama êrişa hêzên Tirkîyê ser deverên di bin kontrola YPG`ê li Til Rifetê da, welatîyekî sivîl ê sûrî hatîye kuştinê û 6 kes jî birîndar bûne.
Ev êrişa Tirkîyê çend sietan piştî wê pêk hat ku 5 çekdarên Artêşa Azad a Sûrîyê ku Enqere pişta wê digire, di encama êrişa YPG`ê ser Eizazê de hatin kuştinê.
YPG duh hewil da ku bi piştevanîya yekîneya topxanê ji mêhwerên Kifirxaşir, Kelcebirîn û Al Şettê li bakura Helebê va êrişî çeperên koma têrorîst a Artêşa Azad a Sûrîyê bike. Hêzên Tirkîyê bi topan bersiv dan û YPG`ê nekarî pêşda here.
Li gundê Eyn Deqnê li bakura Til Rifetê jî di encama êrişa YPG`ê ser têrorîstên ku Enqere pişta wan digire da, 5 têrorîst hatin kuştinê.
Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê di raporeke din da jî ragihand ku MIT a Tirkîyê û komên têrorîst ên di bin fermana wê da, zêde ji 600 êxsîrên Kurd ji niştecihên Efrînê ku bi dû dagirbûna vî welatî hatibûn girtinê, veguhestine cihekî din.