17 gumanbarên DAIŞê li Tirkiyê hatine girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304444-17_gumanbarên_daiŞê_li_tirkiyê_hatine_girtin
17 gumanbarên têkilliay digel koma têrorîst a DAIŞê li parêzgeha bakurî ya Samsûnê ya Tirkiyê hatine girtinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 18, 2019 07:10 Asia/Tehran
  • 17 gumanbarên DAIŞê li Tirkiyê hatine girtin

17 gumanbarên têkilliay digel koma têrorîst a DAIŞê li parêzgeha bakurî ya Samsûnê ya Tirkiyê hatine girtinê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Polîsê Tirkiyê ev 17 gumanbarên endamtiya li DAIŞê ku tê gotin hemî iraqî ne sibeha roja Îniyê di operasiyoneke hevdem li du şaristanên Canîk û Aylek Adîmê li nêzikî perravên Deryaya Reş girtin.

Li gorî vê raporê ji cihê mayîna kesên girtî gellek alav û belgeyên rêxistinê hatine dîtin.

Li vî halî ajansa nûçeyan a France Pressê ragihand ku dadgeheke Stenbûlê roja Îniyê biryara zindana hetahetayî bo 14 gumanbarên teqîna li ber werzişgeheke Fûtbalê li vî bajarî di sala 2016an da.

Di teqînên roja 10ê Kanûna 2016an li ber werzişgeheke Stenbûlê 47 kes ji wan 39 Polîs hatine kuştin.

Koma "Bazên Azadiya Kurdistanê" ya ser bi PKKê berpirsiyariya vê teqînê hildabû ser milê xwe.