Şirketên Rapirsîyan: Partiya Davutoglu dikare bibe alternatîf
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu amadekariyan dike partiyeke nû ava bike û avakirina partiye jî dê ji Diyarbekirê ragihîne. Derbarê vê yekê de saziyên lêkolîn û rapirsîyan amaje dikin ku diqewime Kurdên ji polîtîkayên AKP û HDP`ê aciz bûne nêzîkî partiya Davutoglu bibin.
Ahmet Davûtoglu di demên dawiyê de rexenyan li polîtîkayên AKP`ê digire û ev yek jî îddayên avakirina partiyeke nû xurttir dike. Derbarê îddayan de saziyên lêkolîn û rapirsîyan jî amaje dikin ku zemîna siyaseta Tirkiyeyê bo partiyeke nû niha guncav e. Rêveberê Saziya Navenda Polîtîkayan a Enqereyê Nevzat Bîngol dide zanîn ku wê di demeke nêzîk de Davûtoglû li Diyarbekirê partiya xwe ragihîne.
Ligorî rapora Televîzyona Kurdistan24`ê, piştî 2 hefteyan Ahmet Davutoglu wê derkeve geştekê û di beşa yekem a geştê de serdana Meletî û Elezîzê bike û paşê jî dê serdana Diyarbekir û Ruhayê bike. Di serdana xwe ya Diyarbekir de dê Davûtoglû partiya xwe ya nû ragihîne. Dê partiya Davutoglu de ji herêmê akademisyen û rûsipî jî hebin. Di destpêkê de dê Abdûllah Gul û Alî Babacan di partiye de cih negirin û piştî hilbijartina Stenbolê dê helwesta wan diyar bibe."
Derbarê egerên bandora partiya nû ya Davutoglu li ser Kurdan de jî lêkolîner amaje dikin ku li herêmên Kurdnişîn ên Tirkîyê bo partiyeke nû rewşeke guncav heye. Gerînendeyê Saziya lêkolînê RAWEST`ê Roj Esîr Gîrasûn dibêje ku partiya Davûtoglu dikare bibe alternatîfa HDP û AKP`ê.
Roj Esîr Gîrasûn dibêje: "Beşek ji hilbijêrên AKP`ê jî û yên HDP`ê jî bi dilgermî dengê xwe nadin partiyên xwe. Ji neçarî dengê xwe didin. Bi ya min partiyeke nû dikare ji bo van hilbijêran bibe alternatif."