Asli Aydintaşbaş: Erdogan jibo serketina di hilbiartinan de hewcedarê Kurdan e
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan di zêde ji 4 salên buhurî de gellek karên dilreqane ji wan opêrasyonên dijî PKK`ê li başûra rojhilata vî welatî, girtina bi dehan çalakên kurd, hevpeymanîya digel nasyonalîstên tundrê li Tirkîyê li rex zevtkirina şarê Kurdnişîn ê Efrînê li bakura rojavaya Sûrîyê kirine. Erdogîn tenê mehek mecal heye ku vê mîrasa xwe cî da bihêle û heta diqewime idî gellek derng bûbe.
mideha 8 salan rê nedan ku rêberê zîndanî yê PKK`ê, Ebdullah Ocalan bi parêzerên xwe hevdîtinê pêk bîne. Lê di 2`yê Gulanê da rê dan ku ew bi parêzerên xwe ra hevdîtinê pêk bîne. Ev nûçeya gellek zû ket ber bandora nimayişeke sîyasî. Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê tenê 4 rojan piştî xebera hevdîtina parêzeran digel Ocalan encama hilbijartinên şaredarîyên istenbolê ku di encamê de opozosyonê serketineke kêmmînak himberî partîya serdest AKP`ê bi dest xistibû, ibtal kir û biryara lidarxistina dubare ya wan hilbijartinan li wî şarî da.
Hin çavdêr û şiroveker ser vê bawerê ne ku biryarên rêdayîna bo hevdîtina parêzeran digel Ocalan û ibtalkirina encamên hilbijartinên şaredarîyên Istenbolê nikarin bêyî destwerdana Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan hatibin dayînê û dibêjin ku di navbera wan du biryaran de têkilî heye. Di hilbijartinên 31`ê Adarê de Kurdan zêde ji her komekê alîkarîya berbijarê CHP`ê bo Şaredarîya Istenbolê Ekrem Imamoglu kirin ku ser keve. Ligorî encamên lêkolîna Navenda TEPAV`ê zêde ji sedî 80`yê Kurdên Istenbolê piştgirî dan Imamoglu. Lêkolera Civata Ewrûpî ya Peywendîyên Derve ya Tirkîyê Asli Aydintaşbaş dibêje: Işkesta Erdogîn di hilbijartinên şaredarîyan da tam têkilîya xwe bi nerazîbûna Kurdan ra heye. Renge pêwîst e jibo ku Erdogan desthilatê biparêze, pişta xwe bikute Kurdan.
Asli Aydintaşbaş herwiha dibêje ku diqewime rêdayîna bo hevdîtina parêzeran digel Ocalan pişkeke wê biryarê be. Birêz Erdogan jibo bidestxistina dengên Kurdan bereberê lidarxistina dubare ya hilbijartinên şaredarîyên Istenbolê ku biryar e di 23`yê Hezîranê de bên lidarxistinê, divê pêngavên seratir ji rêdayîna bo hevdîtina parêzeran digel rêberê zîndanî yê PKK`ê hilde.