Ehmed Davudoglu partiya xwe ya nû li Diyarbekirê dê rabigihîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304325-ehmed_davudoglu_partiya_xwe_ya_nû_li_diyarbekirê_dê_rabigihîne
Li gor ragihandina Beşa Tirkî ya Deutsche Welle Ehmed Davudoglu partiyek nû ava dike û dê partiya xwe di fitarekê girseyî ya remazanê de, li Diyarbekirê rabigihîne. Davudoglu li bajarên wekî Batman, Diyarbekir, Çewlikê xebateke berfireh ya rêxistinî kiriye û dixebite piştgiriya kurdên oldar werbigre.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2019 14:39 Asia/Tehran
  • Ehmed Davudoglu partiya xwe ya nû li Diyarbekirê dê rabigihîne

Li gor ragihandina Beşa Tirkî ya Deutsche Welle Ehmed Davudoglu partiyek nû ava dike û dê partiya xwe di fitarekê girseyî ya remazanê de, li Diyarbekirê rabigihîne. Davudoglu li bajarên wekî Batman, Diyarbekir, Çewlikê xebateke berfireh ya rêxistinî kiriye û dixebite piştgiriya kurdên oldar werbigre.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Ajansa Deutsche Welle ya Tirkî bi nûçeyekê tevî amajeya bi agahiyên bidestketî ji derdorên nêzikî tevgera Ehmed Davudoglu li Tirkiyê ragihand: Kiryarên Ehmed Davudoglu serokekî berê yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê ji bo damezirandina partiya nû li Tirkiyê leztir bûne û wî dil heye ku di meha Remezanê da rêûresmeke mezin a Fitarê li Diyarbekirê bi rê xîne ku di rastiyê da destpêka çalakiyên wî yên siyasî di çarçova partiya nû li Tirkiyê be.

Çalakiyên van rojan ên Davudoglu pirtir li deverên Kurdnişîn ên wekî Diyarbekir, Batman, Bîngol in û heta hin îdia derbarê hevdîtina wî digel serokên saziyên AKPê li hin bajaran jî hatine weşandin. Ji ber vê yekê wer xûya dike ku partiya nû damezirandî ya muhtemel a Davudoglu dê zêdetir bala xwe bide ser Kurdên parêzkar û îslamî.

Di vê navberê de hatiye ragihandin ku cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Alî Babacan jî dervayî hewldanên Davudoglu dixebite partiyeke din ava bike ku 35 parlementerên AKPê pê re ne.