Tirkiye hejmara hêzên xwe yên çekdar li Idlibê zêdetir dike
Li pey zêdebûna kêşeyan li başûrê Idlibê û navçeya Hemahê û hin êrîşên topxaneyî li ser navçeyên kombûna çekdarên Tirkiyê li Idlibê, Tirkiyê biryar daye ku hejmara çekdarên xwe li Idlibê zêdetr bike.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Haber7ê, Li pey zêdebûna kêşeyan li başûrê Idlibê û navçeya Hemahê û hin êrîşên topxaneyî li ser navçeyên kombûna çekdarên Tirkiyê li Idlibê, Tirkiyê biryar daye ku hejmara çekdarên xwe li Idlibê zêdetr bike.
Li gorî raporên bidestketî ji Erkantiya fermandetiya hêzên çekdar ên Tirkiyê, artêşa vî welatî hejmara çekdarên xwe li Idlibê zêde kiriye da ku yekîneyên xwe yên leşekrî li vî bajarê Stratejîk ên bakurê rojavaya Sûriyê xurtir bike.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, rewşa pêkhatî li Idlibê dikare bibe sebeba pêkhatioan pêleke mezin a awareyan.
Tirkiye îdia dike ku bi armanca kêmkirina kêşeyan hejmara hêzên xwe yên çekdar zêde kirine.
Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyê bi mehneya çavdêriya li ser agirbesê baregehek leşkerî li vî bajarî ava kiriye ku di roja 4ê Gulanê da ketibû ber êrîşa topxaneyî.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.