Gotûbêja serokomarên Rûsiye û Tirkiyê derbarê dawîn guhertinên Sûriyê
Serokomarên Rûsiye û Tirkiyê di gotûbêjeke telefonî derbarê rewşa Sûriyê û alûgorên herî nû li parêzgeha Idlibê axivîn.
Li gorî rapora IRNAyê, Ofîsa çamepemeniyê ya Koşka Kirêmlînê ragihand ku Viladîmîr Pûtînê serokomar Rûsiyê û Erdoxanê serokomarê Tirkiyê êvara Duşemiyê di gotûbêjeke têlêfonî da derbarê babetên girîng ên rewşa qeyranî ya Sûriyê axivîne.
Du aliyan her wiha rewşa navçeya Idlibê li gorî zêdebûna binpêkirina agirbesê ji aliyê komên çekdar va hilkolandin.
Pûtîn û Erdoxan di vê gotûbêja tlêfonî da derbarê mijarên girîng ên rojeva pêwendiyên dualî di warên siyasî, abûrî û bazirganîyê her wiha hin babetên navneteweyî gotûbêj kirin.
Idlib parêzgeheke bakurê rojavaya Sûriyê ye ku bi sê miliyon gelheya xwe niha bûye cihê kombûna komên têrorîst û dijberên dewleta qanûnî ya Sûriyê.
Beriya êrîşa giştalî ya artêşa Sûriyê li ser vê deverên, Enqerê ji Moskovayê xwest ku ji ber awarebûna bi miliyonan kesî ber bi Tirkiyê va, bila derfeta lazim jibo cudakirina têrorîstan û dijberan were dayînê.
Pûtîn gerçî ku daxwaza Erdoxên red nekir, lê got ku rewş nikare heta hetayê bi vî rengî bimîne û divê cudakirin pêk were.
Hêjayî gotinê uye ku Artêşa Tirkiyê di dewama şandna hêz û alavên şêrr bo sînorê Sûriyê, Karwaneke mezin a komandoyên xwe ji leşkerxaneyên cûrbicûr ên vî welatî kom kirin û şandine parêzgeha sînorî ya Xetayê.
i gorî rapora Haber7ê, Ev karwana leşkerî hevrê digel erebeyên zirêhî yên artêşa Tirkiyê di bin tevdîrên giran ên ewlehiyê gihîştiye navçeya sînorî ya Kirîkxanê li parêzgeha Xetayê û li ser sînor bi cih bûye.
Ev karwana leşkerî ji komandoyêîn artîşa Tirkiyê bi şev û bi mebesta xurtkirina yekîneyên sînorî yên Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê bo nuxteya sifir a sînorî hatiye rêkirin.
Artêşa Tirkiyê ji 5 mehan beriya niha pirr hejmartirîn leşkerên dîroka xwe şandiye sînorê başûrê vî welatî. Hokara sereke ya vê leşkerşandinê êrîşa hitmalî ya artêşa Tirkiyê ser rojhlata Firatê ye.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.