Li Colemêrgê leşkerek Tirkiyê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304308-li_colemêrgê_leşkerek_tirkiyê_hat_kuştin
Li navça Gevera Colemêrgê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê di encama êrîşekê de leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2019 07:30 Asia/Tehran
  • Li Colemêrgê leşkerek Tirkiyê hat kuştin

Li navça Gevera Colemêrgê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê di encama êrîşekê de leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.

Walîtiyê Colemêrgê ragihand ku li navça Geverê  li herêma Alanduzuyê hêzên PKKê ên bi çekên doçka êrîş kirin û di encamê de leşkerekî birîdar bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku leşkerê birîndar li Nexweşxana Dewletê ya Geverê tevî hemî hewldanên pizişkî nehat rizgarikirin û canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê dest bi operasyoneke berfirh kirin.