Li Colemêrgê leşkerek Tirkiyê hat kuştin
May 14, 2019 07:30 Asia/Tehran
Li navça Gevera Colemêrgê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê di encama êrîşekê de leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.
Walîtiyê Colemêrgê ragihand ku li navça Geverê li herêma Alanduzuyê hêzên PKKê ên bi çekên doçka êrîş kirin û di encamê de leşkerekî birîdar bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku leşkerê birîndar li Nexweşxana Dewletê ya Geverê tevî hemî hewldanên pizişkî nehat rizgarikirin û canê xwe ji dest da.
Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê dest bi operasyoneke berfirh kirin.