Kiliçdaroglu bo Erdogan: Dîmenên diziyê yên di destê xwe de belav bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304305-kiliçdaroglu_bo_erdogan_dîmenên_diziyê_yên_di_destê_xwe_de_belav_bike
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştî civîna ligel Seroka Giştî ya ÎYÎ Partî Meral Akşener di civîneke hevbeş a çapemeniyê de bang li Erdogan kir û got: "Ez vekirî bangê lê dikim. We got dîmenên ku deng hatine dizîn hene. 81 milyon dixwazin wan belgeyan bibînin."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2019 05:19 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu bo Erdogan: Dîmenên diziyê yên di destê xwe de belav bike

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştî civîna ligel Seroka Giştî ya ÎYÎ Partî Meral Akşener di civîneke hevbeş a çapemeniyê de bang li Erdogan kir û got: "Ez vekirî bangê lê dikim. We got dîmenên ku deng hatine dizîn hene. 81 milyon dixwazin wan belgeyan bibînin."

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bal kişand ser biryara Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê bo dubarekirina hilbijartina Stenbolê û got: "Em ne li benda biryareke cuda bûn. Desteya Bilind saziyeke ku xwe red dike. Ji xwe ne mimkun bû li benda biryareke cuda bin. Sindoq heman sindoq, dengder heman dengder, heyet heman heyet. 4 deng dikevin zerfekê."

Kiliçdaroglu anî ziman ku di nav Desteya Bilind a Hiulbijartinan de “çeteyeke 7 kesî” heye û got: "Evna bi fermanan kar dikin. Bi heman fermanê biryar hatiye dayîn. Her çawa be, çi guşarekê bikin bila bikin em dê hilbijartina Stenbolê bibin. Baweriya min bi wîjdanê 16 milyon Stenbolî heye. Ekrem Îmamoglu ne tenê berbijêrê CHPê lê serokê şaredariyê yê 16 milyon Stenbolî ye. Zimanê li beramber neheqiyê bêdeng be şeytan e, lê beramber vê hemû neheqiyê kes bêdeng namîne."

Serokê Giştî yê CHPê da zanîn ku rast e li holê diziyek heye û got: "Diziyek heye, di nav Desteya Bilind a Hilbijartinan de li pişt deriyên girtî îradeya millî hat dizîn. Vekirî bangî dikim. We got dîmenên ku deng hatine dizîn hene. 81 milyon dixwazin wan belgeyan bibînin. Eger eşkere nekî te emanate gelê Tirk dikim. Ew dê ji derheqa te derkevin."