Destpêbûna meşqa deryayî ya Tirkiyê li sê deryayên Reş, Medîteranê û Êjê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304295-destpêbûna_meşqa_deryayî_ya_tirkiyê_li_sê_deryayên_reş_medîteranê_û_Êjê
Meşqa herî mezin a deryayî ya Tirkiyê ser navê Gurê deryaya 2019`an li sê deryayên Reş, Medîterane û Êjê destpê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 13, 2019 15:23 Asia/Tehran
  •  Destpêbûna meşqa deryayî ya Tirkiyê li sê deryayên Reş, Medîteranê û Êjê

Meşqa herî mezin a deryayî ya Tirkiyê ser navê Gurê deryaya 2019`an li sê deryayên Reş, Medîterane û Êjê destpê bû.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Meşqa deryayî ya Tirkiyê roja duşemiyê li halekê destpê bû ku  nakokiyên  vî welatî bi Yewnanistanê re li bara hin giravên  li rojhilata deryaya Êjê, giran bûye.

 Li gorî vê raporê, 131 paporên şêr, 57 balefir û 33 helîkopter li meşqa deryayî ya  Tirkiyê ku heya 25 Gulanê li navçên  rojhilata  Medîteranê, deryaya Êjê û deryaya Reş dê bidome, beşdar bûne.

 Meşqa Tirkiyê li sê navçên deryayî li halekî ye ku Hamî Aksûy, berdevkê Wezareat karên derveya Tirkiyê duh Yekşemiyê li daxûyaniyekê Yewnanistan bi îstifada xirab ji peywirdariya  NATO`yê, li deryaya Êjê tawanbar kir.

 Aksûy pêbendnebûna Yewnanistanê bi tişta ku Enqerê wek rewşa sivîl a giravên li rojhilata  deryaya Ijê bi nav kiriye, raghand ku gemî û qayiqên  cengê yên  NATO`yê, dema operasyona li deryaya  Ijê nabe bi ardûlêdan û seredanê,  benderên  li giravên  rojhilata  vê deryayê îstifadê bikin.