Wêdeçûna berbijarê partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê ji hilbijartinên Stembolê
Berbijarê partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê dev ji beşdariya li hilbijartinên 23 Hezîranê yên şaredariya Stembolê berda.
Li gorî rapora Reuters`ê, Muemer Aydîn,berbijarê partiya opozosyon a Demokratîka Gelan a Tirkiyê (HDP) roja Duşemiyê ragihand ku dev ji berbijariya li hilbijartinên xwecihî yên Stembolê ku biryar e li 33 Meha Hezîranê were lidarxistinê, berdide.
Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê hîn li bara vê yekê ku dê berbijarekî nû bo hilbijartinên 23 Hezîrana Stembolê bide nasandin an na, tiştek negotiye.
Li gorî vê raporê, hin derodûrên siyasî yên Tirkiyê jî ragihandine bona protestokirina biryara Konseya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê bo îbtalkirina hilbijartinên 31 Adara şaredariyên Stembolê ku bû sedema serketina Îmamoglu, dê piştgiriyê bidine berbijarê partiya Komarîxwaza Gel .