Komandoyên artêşa Tirkiyê bi şev bo sînorê Sûriyê hatin şandin
Artêşa Tirkiyê di dewama şandna hêz û alavên şêrr bo sînorê Sûriyê, Karwaneke mezin a komandoyên xwe ji leşkerxaneyên cûrbicûr ên vî welatî kom kirin û şandine parêzgeha sînorî ya Xetayê.
Li gorî rapora Haber7ê, Ev karwana leşkerî hevrê digel erebeyên zirêhî yên artêşa Tirkiyê di bin tevdîrên giran ên ewlehiyê gihîştiye navçeya sînorî ya Kirîkxanê li parêzgeha Xetayê û li ser sînor bi cih bûye.
Ev karwana leşkerî ji komandoyêîn artîşa Tirkiyê bi şev û bi mebesta xurtkirina yekîneyên sînorî yên Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê bo nuxteya sifir a sînorî hatiye rêkirin.
Artêşa Tirkiyê ji 5 mehan beriya niha pirr hejmartirîn leşkerên dîroka xwe şandiye sînorê başûrê vî welatî. Hokara sereke ya vê leşkerşandinê êrîşa hitmalî ya artêşa Tirkiyê ser rojhlata Firatê ye.