AKP, binpêkirê demokrasiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304257-akp_binpêkirê_demokrasiyê
Rexneya çalakvan û karzanên siyasî yên navxweyî û navneteweyîji nihêrînên nedemokratîk ên partiya Dad û Geşepêdanê yên Tirkiyê li halê zêdebûnê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2019 14:24 Asia/Tehran
  •  AKP, binpêkirê demokrasiyê

Rexneya çalakvan û karzanên siyasî yên navxweyî û navneteweyîji nihêrînên nedemokratîk ên partiya Dad û Geşepêdanê yên Tirkiyê li halê zêdebûnê ne.

 Li gorî rapora rdayo Tirkiya  Stembolê ya IRIB News`ê, Nuray Mert analîzora siyasî û mamostaya zanîngeha  Stembolê li meqaleyekê li rojnama "The Independent" ser navê `` aqubeta xirab a AKP`` nivîsî, helwest û nihêrînên  vê dawiyê yên  partiya serdest a Tirkiyê mînaka eşkere ya binpêkirina demokrasiyê ye.

Vê karzana siyasî ya Tirkiyê teqez kir: partiya  serdest a  Tirkiyê li halekê xwe dewekarê demokrasiyê dizane ku bona bidestxistina qaweta zêdetir her karekî neqanûnî dike û bê heger endamên partî û komên din weke xayîn û dijmin bi nav dike.

  Nuray Mert got: Rewşa niha ya Tirkiyê mîna  van welatan e ku ji aliyê rejîmên tekpartî ku di wan de  qet maf û azadî nayên dîtinê, îdare dibe û ger bixweze siyasetên xwe yên timakarane bidomîne bê şik dê îqtidara xwe li Tirkiyê bi dawî bîne.

  Biryara Konseya Bilind a hilbijartinên Tirkiyê bona îbtalkirina hilbijartinên şaredariya li metropola Stembolê li çarçoveya daxwaza partiya Dad û Geşepêdanê rastî gelek rexneyan li warê navxweyî û navneteweyî hatiye.