Redkirina îdiaya nûçegîhanê rojnama almanî ji aliyê Tirkiyê
Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê îdiaya nûçegîhanê rojnama almanî ya Die Welt derheq işkencekirina li dewra girtinê red kir.
Li gorî rapora malpera rojnama Miliyetê çapa Tirkiyê, Hamî Aksoy wek berteka li hember gotinên vê dawiyê yên berdevkê wezareta karên derve ya Almanyayê derheq işkencekirina Denîz Yûcel got: Armanca van cure îdiayên pûç xerakirina rûmeta Tirkiyê ye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê her wiha teqez kir ku Enqere cidîgirtina van cure îdiayên pûç ji aliyê rayedarên Almanyayê bi wate dinirxînin.
Hamî Aksoy bal kişand ser vê yekê ku Tirkiye ji wajokirên peymana qedxetiya işkencê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye û teqez kir ku welatê wî ji sala 2003`an siyasetên vebir li warê girtina pêşiya işkencê cih tîne.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Almanyayê piştî ku Denîz Yûcel nûçegîhanê rojnama almanî ya Die Welt îdiaya işkencê li Tirkiyê xist rojevê, ji vî welatî xwest ku bila ser peymana qedxetiya işkencê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî pêbend be.