Redkirina îdiaya nûçegîhanê rojnama almanî ji aliyê Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304256-redkirina_îdiaya_nûçegîhanê_rojnama_almanî_ji_aliyê_tirkiyê
Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê îdiaya nûçegîhanê rojnama almanî ya Die Welt derheq işkencekirina li dewra girtinê red kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2019 14:15 Asia/Tehran
  •  Redkirina îdiaya nûçegîhanê rojnama almanî ji aliyê Tirkiyê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê îdiaya nûçegîhanê rojnama almanî ya Die Welt derheq işkencekirina li dewra girtinê red kir.

 Li gorî rapora malpera rojnama  Miliyetê çapa Tirkiyê,  Hamî Aksoy wek berteka li hember gotinên vê dawiyê yên berdevkê wezareta karên derve ya Almanyayê derheq işkencekirina Denîz Yûcel got: Armanca  van cure îdiayên pûç xerakirina rûmeta Tirkiyê ye.

  Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê her wiha teqez kir ku Enqere cidîgirtina van cure îdiayên  pûç ji aliyê rayedarên Almanyayê bi wate dinirxînin.

 Hamî Aksoy bal kişand  ser vê yekê ku Tirkiye ji wajokirên  peymana  qedxetiya işkencê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye û teqez kir ku welatê wî ji sala 2003`an siyasetên vebir li warê girtina pêşiya  işkencê cih tîne. 

 Berdevkê Wezareta karên derve ya Almanyayê piştî ku  Denîz Yûcel nûçegîhanê rojnama  almanî ya Die Welt îdiaya işkencê li Tirkiyê xist rojevê, ji vî  welatî xwest ku bila ser peymana  qedxetiya işkencê ya  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî pêbend be.