Baxçelî: Bila Ocalan ligel parêzerên xwe hevûdu bibîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304240-baxçelî_bila_ocalan_ligel_parêzerên_xwe_hevûdu_bibîne
Serokê Gişti yê Partiya Nijadperest MHP Devlet Baxçelî dibêje: Bila Abdullah Ocalan serokê PKKê yê di zîndanê de bi parêzerên xwe re, hevdîtinê çêbike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2019 09:44 Asia/Tehran
  • Baxçelî: Bila Ocalan ligel parêzerên xwe hevûdu bibîne

Serokê Gişti yê Partiya Nijadperest MHP Devlet Baxçelî dibêje: Bila Abdullah Ocalan serokê PKKê yê di zîndanê de bi parêzerên xwe re, hevdîtinê çêbike.

Devlet Baxçelî ku bi dijminatiya kurdan û dijberiya tevgêrên sîyasî yên Kurd ve tê nasîn got: Abdullah Ocalan bila ligel parêzerên xwe re, hevdîtinê çêbike.

Baxçelî di çarçova hilbijartina şaredariya Stenbolê û bi destxistina dengê kurdan ji bo AKPê re da zanîn, pêwist e kesek zîndanî be lê mafê wî ye ku ligel parêzerên xwe re, hevdîtinê çêbike û got: Eger bi ya min bikin, bila Parêzerên Ocalan li gel wî hevdîtinê berdewam bikin.

Gelek sîyasetmedaran ev daxûyaniya Devlet Bahçelî wek propagandeya Hilbijartinên Stenbolê yên 23 Hezîranê, nirxandin.

Hêjayî gotinê ye ku Baxçelî bi caran xwestibû ku bila Ocalan were îdamkirin.