Pêgiriya Erdoxên li ser hewildana Tirkiyê jibo tevlîbûna nav Yekîtiya Ewropayê
Serokomarê Tirkiyê li ser zêdekirina hewildanên Tirkiyê jibo tevlîbûna nav Yekîtiya Ewropayê pêgirî kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê roja Îniyê îdia kir ku Yekîtiya Ewropayê bêyî endamtiya Tirkiyê di vê yekîtiyê da nikare nirxên xwe misoger bike.
Serokomarê Tirkiyê her wiha got: Tevî hebûna hewildana hin kesan ku dixebitin Tirkiyê ji Civata Ewropayê dûr bikin, Tirkiye dê hewildanên xwe jibo tevlîbûna nav Yekîtiya Ewropayê zêdetir bike.
Erdoxên bi îdiaya ku hewcetiya Yekîtiya Ewropayê bo Tirkiyê zêdetir ji hewcetiya Tirkiyê bo vê yekîtiyê ye, got: Tirkiyê niha 66 pîvan ji 72 pîvanên pêwîst jibop betalkirina vîzayê berçav girtine û renge di pêşerojê da kiryarên lazim jibo berçavgirtina şeş pîvanên mayî jî pêk bîne.
Pêvajoya gotûbêjên endamtiya Tirkiyê li Yekîtiya Ewropayê ji sala 2005an va dest pê bû.
Ji 35 sermijarên gotûbêjên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, heta niha tenê sermijarek gihîştiye encamê.