Opozosyona Tirkîyê: AKP`ê parêzer ber xatirê hilbijartinên şaredarîya Istenbolê şandin cem Ocalan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304181-opozosyona_tirkîyê_akp_ê_parêzer_ber_xatirê_hilbijartinên_şaredarîya_istenbolê_şandin_cem_ocalan
Piştî hevdîtina parêzeran digel rêberê PKK`ê Abdulah Ocalan, behsa destpêkirina proseyeke nû ya aştî û çareseriyê jî bûye mijareke germ. Berevajî şiroveyên ku hatine kirin serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihand ku di rojeva wan de mijara çareseriyê tine, oposizyon jî şandina parêzeran bo girava Îmraliyê weke bangeşeyeke AKP`ê ji bo hilbijartinên Stenbolê dibîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 10, 2019 05:38 Asia/Tehran
  • Opozosyona Tirkîyê: AKP`ê parêzer ber xatirê hilbijartinên şaredarîya Istenbolê şandin cem Ocalan

Piştî hevdîtina parêzeran digel rêberê PKK`ê Abdulah Ocalan, behsa destpêkirina proseyeke nû ya aştî û çareseriyê jî bûye mijareke germ. Berevajî şiroveyên ku hatine kirin serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihand ku di rojeva wan de mijara çareseriyê tine, oposizyon jî şandina parêzeran bo girava Îmraliyê weke bangeşeyeke AKP`ê ji bo hilbijartinên Stenbolê dibîne.

Ligorî rapora Kanala Rûdawê, Piştî 8 salan li grava Îmraliyê hevdîtinek di navbera rêberê PKK`ê Abdulah Ocalan û parêzerên wî de hat encamdan. Hevdîtin weke hewlên destpêkirina proseyeke nû ya aştî û çareseriyê jî hate şirovekirin lê Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihand ku proseya çareseriyê di rojeva hikumetê de nine.

Wî got: “Tiştek bi navê proseya çareseriyê di rojevê de nine.”

Di dema proseya aştî û çareseriyê de aliyê ku bi hikûmetê re gotûbêj dikir HDP bû. HDP hemû şirove û gotinên di derbarê jinûve destpêkirina proseya çareseriyê weke bangeşeya hikûmetê dibîne.

Berdevka Encûmena Jinan a HDP`ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr dibêje: “Tiştek ku em pê hêvîdar bibin tine. Şeş meh in ku Leyla Guven û hevalên din greva birçîbûnê dimeşînin. Eger gavek hatibe avêtin jî bi saya tekoşîna wan e. Em niyeteke wisa nabînin ku careke din dest bi diyalog û muzakereyan an proseyeke nû ya çaresereya meseleyê bikin, niyeteke wisa xuya nake.”

Hevdîtina bi Ocalan re di demeke de ye ku encama hilbijartinên Stenbolê hatine ibtalkirin û biryar e hilbijartin di 23`yê Hezîranê de careka din bên lidarxistin. Ew jî dibe sedema şirovêya vê yekê ku AKP`ê dixwaze ji bo hilbijartinên Stebolê piştgirya HDP`ê bi dest bixe.

Parlementerê CHP`ê Abdullatîf Şener di vî warî de dibêje: “Desthilat hisaba wê yekê dike ka ew dê çawa bikare bi vê dîmena ku derketiye holê, bandorê li ser hilbijartinên Stenbolê bike. Li holê tenê yek dîmen jî hebe desthilat dikare hisabê li ser bike.”

Di nav beşek ragihandina Tirkiyê de jî şirovekar û analîzor behsa wê yekê dikin ku hevdîtina Ocalan ya bi parêzeran re û peyamên wî, ji meseleya çareseriyê zêdetir peywendî bi meseleya Suriyê ra hene û Tirkiye dixwaze bi rêya Ocalan hişyariyê bide Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û sûdê ji bandora Ocalan a li ser vê hêzê werbigre.