Tirkîyê sepandina boykotên Amerîkayê ser Îranê da rexne kir
May 10, 2019 04:59 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê dewama sepandina boykotên yekalî yên Amerîkayê ser Komara Islamî ya Îranê de rexne kir.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu şeva buhurî wekî berteka himberî sepandina boykotên yekalî yên Amerîkayê dijî Îranê got: Îran cînarê Tirkîyê ye û boykot ne tenê zîyanê digihînin wî welatî belkî yê xisarê bigihînin hemî welatên herêmê.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê di dewama kiryarên bikîn ên dijî Komara Islamî ya Îranê de, bi fermanekê boykotên nû dijî pêşeya hesinan a Îranê sepandin.