Îmamoglu: Ez ê careka din vegerim posta şaredariya Stembolê
Şaredarê wêdebirî yê Stembolê raghand ku dê dubare vegere ser posta şaredariya Stembolê.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Ekrem Îmamoglu li axiftinekê ku roja pêncşemiyê li rojnama Cimhûriyetê hat weşandin, teqez kir: Biryara Konseya bilind a hilêbijartinên Tirkiyê bona îbtalkirina hilbijartinên şaredariya Stembolê li dijî eql û vîjdanê ye û nayê qebûlkirin.
Şaredarê wêdebirî yê Stembolê îbtalkirina hilbijartinên 31 Adarê yên şaredariyên Stembolê weke derbeyeke cidî li demokrasiyê da zanîn û got: lê 16 milyon kes ji welatiyên Stembolê dê bo demokrasiyê têbikoşin û dê wê vejînin.
Îmamoglu bal kişand ser vê yekê u li şaredariya Stembolê gelek diravên ne li rê û pûç hatine xerckirin û got: Gotinên wî beriya lidarxistina hilbijartinan derheq vê yekê ku ger li hilbiajrtinê bi ser keve dê li xizmeta binyat û civatan nebe û bi tenê li çarçoveya berjewendiyên gel hewl dide ne bi dilê hin kesan bû.
Konseya bilind a hilbijartinên Tirkiyê li gor şikata partiya dad û geşepêdanê derheq vê yekê ku li hilbiajrtinên xwercihî yên Adara stembolê sextekarî bûye duşemiyê şevê îbtalkirina vê hilbijartinê û dubarekirina vê pêvajoyê li meha Hezîranê raghand.
Li bajarê Stembolê Ekrem Îmamoglu berbijarê CHP`ê karîbû himberî Bînalî Yildirim berbijarê AKP`ê û kesê nêzîkî Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ser keve û bibe şaredarê Stembolê.