Îmamoglu: Ez ê careka din vegerim posta şaredariya Stembolê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304165-Îmamoglu_ez_ê_careka_din_vegerim_posta_şaredariya_stembolê
Şaredarê wêdebirî yê Stembolê raghand ku dê dubare vegere ser posta şaredariya Stembolê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2019 14:54 Asia/Tehran
  • Îmamoglu: Ez ê careka din vegerim posta şaredariya Stembolê

Şaredarê wêdebirî yê Stembolê raghand ku dê dubare vegere ser posta şaredariya Stembolê.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Ekrem Îmamoglu li axiftinekê ku roja pêncşemiyê li rojnama Cimhûriyetê hat weşandin, teqez kir: Biryara  Konseya bilind a  hilêbijartinên  Tirkiyê bona îbtalkirina  hilbijartinên  şaredariya Stembolê li dijî eql û vîjdanê ye û nayê qebûlkirin.

  Şaredarê wêdebirî yê Stembolê îbtalkirina  hilbijartinên 31 Adarê yên şaredariyên Stembolê weke derbeyeke cidî li demokrasiyê da zanîn û got: lê 16 milyon kes ji welatiyên Stembolê dê bo demokrasiyê  têbikoşin û dê wê vejînin.

 Îmamoglu bal kişand ser vê yekê u li şaredariya Stembolê gelek diravên ne li rê û pûç hatine xerckirin û got: Gotinên wî beriya  lidarxistina hilbijartinan derheq vê yekê ku ger li hilbiajrtinê bi ser keve dê li xizmeta  binyat û civatan nebe û bi tenê li çarçoveya  berjewendiyên gel hewl dide ne bi dilê hin kesan bû.

 Konseya bilind a hilbijartinên Tirkiyê li gor şikata partiya dad û geşepêdanê derheq vê yekê ku li hilbiajrtinên  xwercihî yên Adara stembolê sextekarî bûye duşemiyê şevê îbtalkirina  vê hilbijartinê û dubarekirina vê pêvajoyê li meha Hezîranê raghand.

Li bajarê Stembolê Ekrem Îmamoglu berbijarê CHP`ê karîbû himberî Bînalî Yildirim berbijarê AKP`ê û kesê nêzîkî Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ser keve û bibe şaredarê Stembolê.