Rojnama Aydinlikê: Meseleya Istenbolê davikek jibo Erdogîn e
Rojnama Aydinlikê di meqaleya ser navê `` Gelo meseleya Istenbolê davikek jibo Erdogîn e?`` biryara Konseya Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê têkildarî lidarxistina dubare ya hilbijartinên şaredarîyên Istenbolê û dûhatên wê jibo AKP`ê dinirxîne û dinivîse: Meseleya Istenbolê davikek jibo Erdogîn e.
Ismet Ozçelik di pişkeke vê meqaleya xwe da dinivîse: Biryara Konseya Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê di nav AKP`ê de jî hatîye hilkolandinê û bûye mijara nîqaşê. Kesên ku ji rantên Istenbolê sûdmend dibin, kêfxweş in û di nava hal û hêvîyeke nû da ne. Lê kesên ku ji dil û can girêdayîyê Erdogîn in, dilgiran û nekêfxweş in û wisa ku dûyar e ew nîqaş û dilgiranî yê bidomin. Dewlemendên dema hikimdarîya AKP`ê ketine ber rexneyan û heta alîgirên resen ên Erdogîn basa davikeke himberî Erdogîn dikin û dibêjin ku me Istenbol ji dest da û encama hilbijartinan jî hat ibtalkirinê bi awayekî ku heta endamên partîya me xwe jî ji ber wê biryara Konseya Bilind a Hilbijartinan qanih nebûn. Ekrem Imamoglu ketîye rewşa kesê ku mafê wî xwarine. Heke berbijarê CHP`ê bi navbereke zêde ser keve, dê çi bibe? Hin kes hene ku naxwazin Erdogîn birîndar berdin belkî dixwazin bi lêdana duyem a ji pişt ve wî tam jorda bixin. Heta heke em di hilbijartinan de ser kevin jî dê kesek bawer neke. Em nikarin tişta ku diqewime ji xwe ra şirove bikin, vêca em ê çawan jibo gel şirove û zelal bikin. Davikeke mezin danîne ber Erdogîn.