Bihaya Lîrê Tirka careka din daket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304162-bihaya_lîrê_tirka_careka_din_daket
Ibtalkirina encamên hilbijartinên şaredarîyên Istenbolê û biryara hikûmeta Tirkîyê ya lidarxistina dubare ya hilbijartinên hanê li Istenbolê daketina bihaya Lîrê vî welatî gurr kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2019 13:57 Asia/Tehran
  • Bihaya Lîrê Tirka careka din daket

Ibtalkirina encamên hilbijartinên şaredarîyên Istenbolê û biryara hikûmeta Tirkîyê ya lidarxistina dubare ya hilbijartinên hanê li Istenbolê daketina bihaya Lîrê vî welatî gurr kirin.

Ligorî rapora mêdyayên Tirkîyê, bi dû Ibtalkirina encamên hilbijartinên şaredarîyên Istenbolê û biryara hikûmeta Tirkîyê ya lidarxistina dubare ya hilbijartinên hanê li Istenbolê, careka din bihaya Lîrê vî welatî li bazarên Tirkîyê û cîhanê daket bi awayekî ku her Dolarek rabû 6 Lîr û 1944 Qurûşî. Bi vî awayî bihaya Dolar himberî Lîrê Trika rabû asta herîbilind di 7 mehên vê dawîyê da.

Rêvebirê Çiqa Pêşbînîkirina Pîvanên Aborî yên Cîhanî li Dayra Agahîyan a Economistê Agat D Maris got: Sermayeguzarên bîyanî careka din ji ber bêistiqrarîyên sîyasî yên ber bi zêdebûnê li Tirkîyê dilgiran bûne û sermîyana xwe veguhestine warên ewleh.

Wî herwiha got: Lîr i ber destwerdanên dewleta Tirkîyê tûşî gellek zîyanan bûye.

Istiratêjîstê Bazarê yê Navenda Blu B Est Managment`ê Tîmotî Eş gotîye: Min fikir nedikir ku Erdogan bixwaze di demekê da ku aborîya Tirkîyê wiha sist û ber şikestinê ye, rîska guherîna bihaya diravê bîyanî qebûl bike lê wî ev şaşitîya kir.

Tirkiye di sala 2018`an de di warê koça milyoneran de li seranserê cîhanê kete rêza yekem da. Tenê di sala 2018`an de 4 hezar dewlemendan yanî milyonerên Dolaran ên li Tirkiyê ji ber rewşa nebaş a aborî û rakêşiyên siyasî jê reviyan û çûn li welatên Ewropyê bi cih bûn.

Li gorî Raporta Serwetên Kureyî ya 2019`an li tevahiya cîhanê 108 milyonerên dolaran cih gurehartine, lê bi tenê li Tirkiyê di çar salên dawîn 17 hezar milyonerên dolaran terka Tirkiyê kirine.