Opozosyona Tirkîyê hilbijartina dubare boykot nake
Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) wek partîya opozosyon li Tirkîyê ragihand ku lidarxistina dubare ya hilbijartinên şaredarîyên Istenbolê boykot nake.
Berbijarê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) Ekrem Imamoglu ku di hilbijartinên şaredarîyan li bazineya Istenbolê da ser ketibû, ragihand: Lidarxistina dubare ya hilbijartinan derbeyeke giran li dêmokirasîya Tirkîyê dixe.
Ekrem Imamoglu careka din bûye berbijarê CHP`ê jibo şaredarîya istenbolê.
Komsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê roja Duşemê biryara ibtalkirina encamên hilbijartinên şaredarîyan ên bazineya Istenbolê da û ragihand ku ew hilbijartin yê careka din di 23`yê Hezîranê de bên lidarxistin.
Ji hêla din ve Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan jî ragihand ku Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Binelî Yilidirim yê careka din bibe berbijarê AKP`ê yê hilbijartina şaredarîya Istenbolê.