Pêgiriya serokomarê Tirkiyê ser lidarxistina hilbijartina Stenbûlê di meha Hezîranê da
Serokomarê Tirkiyê behsa lidarxistina Hilbijartina Stenbûlê di 23ê Hezîrana 2019an da kir.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya tasnim Newsê, Erdoxanê serokoamrê Tirkiyê di axaftinekê da tevî amajeya bi betalbûna hilbijartina Şaredariya Stenbûlê ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê va got ku hilbijartina Stenbûlê dê 23ê Hezîrana 2019an were lidarxistin.
Wî biryara vê dawiyê ya Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê wek pêngavek bi armanca wêdadayîna şik û gumanan di hilbijartina Şaredariya vî bajarî da zanîn û îdia kir ku heta eger dengê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê tiştekî din jî bûya, minê rêz lê bigirta.
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Bilind a Hilbijartinan encama hilbijartinên 31ê Adarê ya Stenbolê ku ser xêra partiya serdest a AKPê nebû û namzedê CHPê tê de serketibû, îbtal kir.
Nûnerê YSKê Recep Ozel ragihand ku Desteya Bilind a Hilbijartinan biryara betalkirin û dubarekirina hilbijartina Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê da.
Endamê Desteya Bilind a Hilbijartinan li beramberê 4 dengan bi 7 dengan biryara nûkirina hilbijartina Stenbolê da.
Li gorî biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan dê 23yê Hezîrana 2019an hilbijartina Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê were dubakirin.
Di vê navberê de alîkarê serokê CHPê Onursal Adıgüzel di Twittera xwe de ragihand biryara dewleta AKPê ya îbtalkirina encama hilbijartina şaredariya Stenbolê tê wateya "Dîktatoriya Tam" û eva sekinîna eşkera li ber viyan û îradeya gel e.
Wî nivîsiye: "AKPê li dijî deng û viyana gel radibe û qanûnê têxe bin lingên xwe û, eva ne demokratîk e û ne jî rewa, ew wekî dîktatoriya tam e "
Di hilbijartinên 31ê Adarê de piştî 25 salan desthilatdariya AKPê berbijerê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi 13 hezar û 729 dengên zêde bi ser ketibû.