NATO: Nabe sîstema S-400 di nav NATOyê de were bikaranîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304082-nato_nabe_sîstema_s_400_di_nav_natoyê_de_were_bikaranîn
Sekreterê Giştî yê NATOyê dibêje, wan ji Serokomarê Tirkiyê re gotine ku ne pêkan e sîstemên S-400 ên Rûsî di nav NATOyê de werin bikaranîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 07, 2019 11:54 Asia/Tehran
  • NATO: Nabe sîstema S-400 di nav NATOyê de were bikaranîn

Sekreterê Giştî yê NATOyê dibêje, wan ji Serokomarê Tirkiyê re gotine ku ne pêkan e sîstemên S-400 ên Rûsî di nav NATOyê de werin bikaranîn.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Enqerê beşdarî civîna NATO ya "Diyaloga Derya Sipî" bû û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu re hevdîtin pêk anî.

Stoltenberg beşdarî bernama kanaleke Tirkiyê bû û da xuyakirin,  Tirkiye di warê kirîna S-400 de bibiryar e. Lê wî gûmanên xwe anîne ziman ku ne pêkan e sîstemên cuda di nav NATOyê de werin bikaranîn.

Stoltenberg da zanîn, ew girîngî didin diyaloga Amerîka û Tirkiyê ya derbarê Patrîotan de û got: Heger çare neye dîtin, ji bo NATOyê û ji bo Tirkiye û Amerîka jî ne baş e.

Wî her weha da xuyakirin, NATO bi Patrîot û firokeyên AWACS parastina sînorên Tirkiyê gerentî dike.