KCK:Tecrîda li ser Ocalan dewam dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304071-kck_tecrîda_li_ser_ocalan_dewam_dike
Komeleya Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê hevdîtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û parêzaran daxuyaniyek belav kir. KCKê gotiye tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebûye
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 07, 2019 07:57 Asia/Tehran
  • KCK:Tecrîda li ser Ocalan dewam dike

Komeleya Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê hevdîtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û parêzaran daxuyaniyek belav kir. KCKê gotiye tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebûye

Îro duşemê 06. 05. 2019an parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan aşkere kirin wan di 02. 05. 2019an ligel Ocalan hevdîtin kirine û beyannameya Ocalan a bo rayagiştî aşkere kirin. Di daxuyaniyê da hatibû aşkerekirin. KCKê gotiye Ocalan tecrîdkirina xwe, tecrîdkirina tevahiya gelê kurd dibine û ji vegotinên parêzeran tê fêmkirin ku tecrîd ranebûye, daxwazên zindaniyan nehatiye cî.

Parlementera HDPê ya Colemergê Leyla Guven bi armanca rabûna tecrîda li ser Ocalan zêdetir ji 6 mehan di greva  birçîbûnê da ye. Herwiha bi hezaran girtiyên zindanî bi heman armancê li girtîgehên Tirkiyê û bajarên kurdî yên li Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê dane.

Herwiha  8 zindaniyên siyasî bi aramnanca rabûna tecrîda li ser Ocalan dawî li jyana xwe anî bûn.