Piştî betalkirina hilbijartinên Stenbolê, nirxa diravê Tirkiyê daket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304070-piştî_betalkirina_hilbijartinên_stenbolê_nirxa_diravê_tirkiyê_daket
Piştî biryara Komîsyona Hilbijartinan ya Tirkiyê li ser encamên hilbijartinên Stenbolê, nirxa diravê Tirkiyê li hember dolar bi awayekî berçav daket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 07, 2019 07:42 Asia/Tehran
  • Piştî betalkirina hilbijartinên Stenbolê, nirxa diravê Tirkiyê daket

Piştî biryara Komîsyona Hilbijartinan ya Tirkiyê li ser encamên hilbijartinên Stenbolê, nirxa diravê Tirkiyê li hember dolar bi awayekî berçav daket.

Komîsyona Hilbijartinan ya Tirkiyê duhî biryara betalkirina encamên hilbijartinên şaredariya Stebnolê da û ragihand, hilbijartin dê dîsa bên kirin.

Wê biryarê yekser bandor li bazarê û nirxa diravan jî kir. Beriya biryarê, nirxa her dolarekî 5.90-6 lîreyan bû lê piştî biryarê her dolarek bû 6.14 lîreyan.

Îro danê sibê jî nirxa lîreya Tirkiyê li hember dolarê Amerîkî, li gorî şeva borî hinekî bilind bû lê ji 6.10 daneket.