Kati Piri: Erdogan li dijî îradeya xelkê derdikeve
Raportera Parlemana Ewropayê ya derbera Tirkiyê Kati Pirî, biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan a derbarê dubarekirina hilbijartina Stenbolê de nirxand û got: "AKPê ji bo dubarekirina hilbijartina Stenbolê guşar li Desteya Bilind a Hilbijartinan kir."
Bertekên derbarê betalkirina hilbijartina Stenbolê de berdewam in. Parlemana Ewropayê derbarê biryara Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê de reaksyon pêşan da.
Raportera Parlemana Ewropayê ya Tirkiyê Kati Pirî di vê derbarê de li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek belav kir û got, Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan wendakirinê qebûl nake.
Kati Piri ragihandiye ku AKPê guşar li Desteya Bilind a Hilbijartinan kiriye û dibêje: "Erdogan wendakirinê qebûl nake û li dijî îradeya gel derdikeve. Ev jî tê wateya ku li Tirkiyê baweriya guhertina desthilatê bi rêya hilbijartinê jinav biçe."