Hilbijartina Stenbolê hat betalkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i304067-hilbijartina_stenbolê_hat_betalkirin
Desteya Bilind a Hilbijartinan encama hilbijartinên 31ê Adarê ya Stenbolê ku ser xêra partiya serdest a AKPê nebû û namzedê CHPê tê de serketibû, îbtal kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 07, 2019 05:15 Asia/Tehran
  • Hilbijartina Stenbolê hat betalkirin

Desteya Bilind a Hilbijartinan encama hilbijartinên 31ê Adarê ya Stenbolê ku ser xêra partiya serdest a AKPê nebû û namzedê CHPê tê de serketibû, îbtal kir.

Nûnerê YSKê Recep Ozel ragihand ku Desteya Bilind a Hilbijartinan biryara betalkirin û dubarekirina hilbijartina Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê da.

Endamê Desteya Bilind a Hilbijartinan li beramberê 4 dengan bi 7 dengan biryara nûkirina hilbijartina Stenbolê da.

Li gorî biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan dê 23yê Hezîrana 2019an hilbijartina Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê were dubakirin.

Nûnerê AKPê yê li Desteya Bilind a Hilbijartinanê Recep Ozel got, "Lijneyê ji ber ku 22 cedwelên hijmartinê vala bûn û bê îmza bûn û herwiha ji ber ku serok û endamên lijneya sindoqê ji fermnaberan nehatine hilbijartin, biryara nûkirina hilbijartinê da."

Ozel herwiha got, "Biryara betalkirina mezbeteyê ya Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu derket. Partiyên siyasî dikarin bi heman namzêdan biçin hilbijartinê, di haletê mirin û îstifayê de dikarin namzêdan biguherin."

Piştî Desteya Bilind a Hilbijartinan biryar da ku hilbijartin betal bibe, Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya CHPê di serokatiya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kılıçdaroglu de kom bûn.

Di vê navberê de alîkarê serokê CHPê Onursal Adıgüzel di Twittera xwe de ragihand biryara dewleta AKPê ya îbtalkirina encama hilbijartina şaredariya Stenbolê tê wateya "Dîktatoriya Tam" û eva sekinîna eşkera li ber viyan û îradeya gel e.

Wî nivîsiye: "AKPê li dijî deng û viyana gel radibe û qanûnê têxe bin lingên xwe û, eva ne demokratîk e û ne jî rewa, ew wekî dîktatoriya tam e  "

Di hilbijartinên 31ê Adarê de piştî 25 salan desthilatdariya AKPê berbijerê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi 13 hezar û 729 dengên zêde bi ser ketibû.

AKPê û MHPê ji Desteya Bilind a Hilbijartinan daxwaza nûkirina hilbijartina Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê kiribûn.