Pêla nû ya şandina karwanên eskerî yên artêşa Tirkiyê bo sînorê Sûriyê
Erkantiya fermandetiya hêzên çekdar ên Tirkiyê karwanekî eskerî ku ji qereqol û navendên eskerî yên curbicur ên Tirkiyê pêk hatiyeو bi kelûmelên eskerî yên pêşketî şandine sînorên Sûriyê.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê televîzyona NTV`yê, hêzên çekdar ên Tirkiyê pêleka nû ya şandina karwanê eskerî û çek û sîlehan bo sînorên navbera Sûriyê û Tirkiyê destpê kiriye ku di vê çarçovê de, karwanekî eskerî ku pêk hatiye ji qereqol û navendên eskerî yên curbicure Tirkiyê, bi çek û sîlehên pêşketî hatine şandin bo Sînorên Sûriyê.
Ev karwana eskerî li navça sînorî ya Onçopînara parêzgeha sînorî ya Kilîsê bi cih bûye û li gor lêzanînan bona xurtkirina yekînên eskerî yên artêşa Tirkiyê li operasyona muhtemel ser beşa rojhilata Firatê hatine şandin bo navça sînorî.
Hebûna trimbêlên zirixî yên pêşketî yên ku bi qutkirina sîgnalên radyoyî pergal bûne, li vê karwanê eskerî, bala medyayên curbicur kişandiye.